Sedema qetilkirina malbata Kurd nijadperestî ye an civakî ye?

01-08-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Karvedanên li ser qetilkirina malbata Kurd a li Konyayê berdewam in
Karvedanên li ser qetilkirina malbata Kurd a li Konyayê berdewam in
Nîşan Malbata Dedeogullari Komkujiya Konyayê
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Karvedanên kuştina 7 kurdan li bajarê Konyayê berdewam in. Nîqaş herî zêde li ser wê yekê tên kirin ka malbata Kurd ji ber çi sedemê hatiye kuştin, piranîya Kurdan di wê baweriyê de ne ku êrîş bi hestên nijadperestane hatiye encamdan lê hikumeta Tirkiyê van gotinan red dike. Li gorî alîyên hikumetê sedem kêşeyeke civakî ye.

Li bajarê Konyaya Antolya Navîn kesekî bi navê Mehmet Altun temen 33 sal bi çek êrîşî malbateke Kurdên Qersê kir. Di encama êrîşê de 4 jê jin 7 endamên malbatê hatin qetilkirin.

Malbata Dedeogullari ku 24 sal beriya niha li Konyayê bicih bûne, beriya niha jî rastî êrişa grubên nijadperset hatibû endamên malbatê bi giranî birîndar bibûn.

Cîranê malbatê Metîn Ozdemir dibêje: “Cîranên me bûn û 20 sal e em hev nas dikin. Em pir nêzîkî hev bûn, em weke yek malbat bûn. Kesên gellek baş bûn. Û kesên şerxwaz nebûn.”

Li gori raporên destpêkê yên bijîşkî dadî, ji malbata kurd Yaşar Dedeogullari, hevjîna wî Îpek Dedeogullari sê kêçan wan Sîbel, Serpil û Serap û du kurên wan Metin û Bariş bi 20 guleyan hatine kuştin.

Piştî êrîşê ji aliyê serdozgeriya komarî ya bajarê Konyayê ve 3 dozger hatine wezîfadarkirin. Hêzên asayîşa Konyayê jî 10 kesên gumanbar girtin, lê li gorî agahiyan Mehmet Altun ê êrişakar di nav wan deh kesan de nîne.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî got: “Seatek beriya bûyerê li cem min bûn û ji min re digotin çima kesên ku êrîşî me dikin nayên girtin. Min jî wan re got ku ya ji destê me tê em dikin, lê hiquq edalet tine. Me tenê Xwedayê xwe heye.”

Li gorî agahiyan piştî êrişê ciranên malbata Dedeoglu ku pêştir êrişê malbatê kirine xaniyên xwe vale kirine û heman demê wan peywendî bi xizmên malbata Dedeogullari re kirine û ji wan re gotine ku peywendiya wan bi vê êrîşê nine. Li gorî zanyariyan kesê ku êriş kiriye û 7 kes kuştine di êrişên berê de cih negirtiye.

Pismamê malbatê Erol Şan jî got: “Em nizanin ka peywendiya vê bûyerê û bûyerên berê heye yan na. Em nizanin ka êrişkar malbata Keleşan in yan na? malbata Keleşan doh ji me re xeber şand ew dibêjin ku me çi peywendî bi vê bûyerê nîne.”

Aliyên fermî yên hikûmetê dibêjin sedem ji ber keşeyeke civakî ye, 11 sal beriya niha di navbera zarokên herdu malbatan de li ser pîsakan şer derketiye û her ev gengeşe heta niha berdewam bûye. Li gorî beşek aliyên Kurdî jî êriş ji ber nasnameya wê malbatê pêk hatiye.

Berdevkê PDK- Bakur Kasim Îçlî jî got: “Kurdistan welatekî dagirkirî ye. Dewleta Tirkiyê dagirkerê wî welatî ye. Eger mijara li gorî vê rastiyê nebînin gelê kurd dê gellek caran rastî qetlîaman were.”

Heft cenazeyên malbata Kurd li goristana Saraçoglu ya Konyayê bi merasimeke ku berpirsên hikumetê jî tê de amade hatine veşartin.

Di merasimê de Hevserokê HDPê Mithat Sancar li ser pirsa Rûdawê ragihand ku tevî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhemît Gul jî di merasimê de amade bûye, lê wan heta niha bi rayedarên hikumetê re çi hevdîtin û gotûbêj li ser vê êrîşê nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst