Li Deryaya Egeyê sê erdhej çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Erdhejeke bi hêza 5.5 pile peravên bajarokê Datçayê ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê hejand.

Li gor zanyariyên di malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) de hatine belavkirin, îro Yekşemê 1ê Tebaxa 2021ê serê sibehê demjimêr 07:31, erdhejekê bi hêza 5.5 pile Deryaya Egeyê hejand.

Amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku erdhej bi kurahiya 8.16 kîlometre çûbûye û navenda wê 18, 27 kîlometre nêzîkê Datçayê bûye.

Serokatiya AFADê herwiha ragihand ku şeva borî, li heman cihê Deryaya Egeyê li sînorên avî yên bajarokê Datçayê du carên din erdhej çêbûye. Yekem demjimêr 22:57 deqeyên şeva borî bi hêza 4.5 pile, duyem jî demjimêr 02:52 deqeyên berê sibeha îro bi hêza 4.2 pile bûye.

Heta niha derbarê zerar û ziyanên maddî û canî yên erdhejan de ji aliyê parêzgarê vî bajarî û aliyên peywendîdar ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.