Kemalbay: Dixwazin me bêdeng bikin

01-08-2017
RÛDAW
Hevseroka HDPê Serpîm Kemalbay
Hevseroka HDPê Serpîm Kemalbay
Nîşan HDP Serpîl Kemalbay Çalakiya Nobeta Wîjdan û Edaletê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hevseroka HDPê, Serpîl Kemalbay û 12 parlementerên din ên HDPê, çalakiya xwe ya bi navê Nobeta Wîjdan û Edaletê îro li Stenbolê dest pê kirin.

 

Piştî ku doh bi konferanseke rojnamevaniyê, HDPê li Amedê dawî bi çalakiya xwe anî, li gorî daxuyaniya wê partiyê dê ji îro ve li Stenbolê bi beşdariya Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay û 12 parlementerên din ên wê aprtiyê, çalakiya xwe dest pê bikin.

 

Tê çaverêkirin ku hejmarek ji rêxistinên sivîl jî di çalakiya HDPê de beşdar bibin.

 

Serpîl Kemalbay di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa guvaşên hikûmeta Tirkiyê bo ser wan û hewla bêdengkirina wan kir û ragihand:

 

“Îro em ji li beranberî kesên ku dixwazin di palamantoyê de qufilê li devê parlamanterên me bidin, me li derve û taxan civîna xwe li darxist. Em dibînin ku hevalên me li taxan jî tên kelepçekirin û dixwazin devê me bigirin. Weke hûn dibînin, derdora vê parkê sê qatan ji polîsan hatiye dorpêçkirin. Herwiha ji ber ku ew park bi tevahî hatiye dorpêçkirin, em neçarin ku li binê vê dara hişik daxuyaniya xwe saz bikin. Helbet ku ew nêzikatiyên hikumeta Tirkiyê nikanin me bêdeng bikin û çawa ku tevgerên siyasî hetanî roja îro bedel dane, em jî dê di tekoşîn û bi rêvebirina siyaseta xwede bê navber tekoşînê bikin.

 

Lewma ev nobeta edalet û wîjdanê ku me li Amedê dest pê kiribû, tirsek mezin da çêkirin û ew yek jî bû sedem ku çalakiya me were dorpêçkirin. Çalakiya me ya 7 roj û 24 saetan di bin dorpêç û zexta polîsan de derbas dibe. Weke tê zanin Selahattin Demîrtaş ev 9 meh in kdi u zîndanê de rehîn tê girtin. Me dikarî di parlamantoyê de deng û daxwazên xwe bigihînin her kesî û siyaseta dewletê ya tinekirin û binpêkirina demokrasiyê bê bandor bikin, niha hewil didin ku me asteng bikin. Lê wê tekoşîna me berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst