Onder bersivekî tund da Gursel Tekîn

01-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw/Ajans) – Parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sûreyya Onder bersivekî tund da parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn û got: “Hûnê ji kurdan re bêjin terorîst û dengan ji wan bixwazin.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û alîkarê serokê giştî yê CHPê Gursel Tekîn di hevpeyvînekê wiha gotibû: “Li Stenbolê 500 hezar kurd wê dengê xwe bidin min.”

Parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sûreyya Onder li ser van gotinên Tekîn, ji malpera Ensonhaber.com re axivî. Onder bang li Tekîn kir û wiha got: “Ger kurd bidin, wê şelîtekê bidin te û tûyê bi wê bejna xwe bipîvî.”

Onder wiha got: “Hûnê ji zarokên kurdan re bêjin terorîst, ji partiya wan re bêjin dabeşker û ji serokê wan re bêjin xayîn. Hûnê ji pêvajoya aştiyê re bêjin, pêvajoya parçekirinê. Hûnê di Destûra Bingehîn de bi zorê hewl bidin ku kurdan bikin tirk û kurdan wekî welatî najimêrin... Piştre jî hûnê rabin û bêjin, ‘500 hezar kurd wê dengê xwe bidin min. Ger kurd bidin, wê şelîtekê bidin te û tûyê bi wê bejna xwe bipîvî’


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst