Li Qeyseriyê xaniyên Sûriyeyiyan hatibûn şewitandin: Wezîr daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, ji ber bûyerên şeva borî yên li Qeyseriyê 67 kes hatine desteserkirin.

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kiriye.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

“67 kes hatin desteserkirin”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:

“Şeva borî demjimêrên êvarê li Qeyseriyê welatiyê Sûriyeyê I.A. destdirêjî li keçeke mirovê xwe ya ji Sûriyeyê kir.

Ew kes ji aliyê welatiyên li wê derê ve hat girtin û radestî hêzên ewlehiyê hat kirin.

Derbarê bûyerê demildest dest bi lêpirsînê hat kirin lê piştre welatiyên me li vê herêmê kom bûn.

Bi helwesteke li dijî nirxên me yên mirovî û bi awayekî neyasayî tevgeriyan û wan zerar da mal, kargeh û otomobîlên welatiyên Sûriyeyê.

Di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de 67 kes hatin desteserkirin. Qerebalixiya ku kom bûbû piştî demjimêr 02:00yan belav bû.”