Şewata li Îzmîrê: Havîna 17 salî çûbû ku ji bo xwazgîniyê soleke xwe bikire

01-07-2024
Nîşan Îzmîr Teqîn Havîn Ergîn Çîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Havîna ku doh li Îzmîrê di teqînê de canê xwe ji dest da, çûbû da ku ji bo xwazgîniyê soleke xwe bikire.

Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê li xwaringehekê teqînek çêbû.

Di vê şewatê de jinên bi navên Dîlek Bag, Havîn Ergîn, Bîrgul Sarilmaz, Ruken Çagur û Evîn Aslan canê xwe ji dest da û 63 kes birîndar bûn.

Cenazeyên her du xwişkên bi navên Evîn Aslan û Bîrgul Sarilmaz dê li Torbaliyê werin veşartin.

Cenazeyê Dîlek Bagê jî dê li Îzmîrê li Goristana Ayrancilarê were veşartin.

Cenazeyê Rûken Çagurê dê li Dêrika Mêrdînê bisipêrin axê.

Cenazeyê Havîn Ergînê jî dê li nevçeya Menderesê ya Îzmîrê were veşartin.

Birînên Seher Ergîna xwişka Havînê jî xedar in û metirsî li ser jiyana wê heye.

“Çûbûn ku ji bo xwazgîniyê solan bikirin”

Salîh Ergînê pismamê Havîna 17 salî behsa çîroka xembar a Havînê kir:

“Seher li nexweşxaneyê ye. Em diçûn xwazgîniyê. Çûn da ku ji xwe re solan bikirin.

Dema derbas dibûn teqîn çêbû. Havînê rehmet kir. Rewşa Seherê giran e.”

Li gorî ku Salîh dîbêje, Havîn biçûka malê bû, xwendakara lîseyê bû û xeyalên wê yê mezin hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst