Pervîn Buldan: Desthilat ji hêza jinan ditirse

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pesendkirina Serokkomarê Tirkiyê, Tirkiye bi fermî ji Peymannameya Stenbolê vekişiya. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî got ku desthilat ji hêza jinan ditirse.

Tirkiye bi fermi ji Peymannameya Stenbolê vekişiya ku taybet e bi rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan. Roja 20ê Adara 2021ê bi êmzeya Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymannameya Navdewletî ya Stenbolê vekişiya û biryar di rojnameya fermi yaw î welatî de hat belavkirin. Wê demê opozisyon, rêxistin û komeleyên parastina mafên jinan bi vê biryara Erdogan şok bûn.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu “Peymannameya Konseya Ewropa bo rêgirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan û tundûtûjiya nav malbetê, kesek hat û got ez wê hildiweşênim. Min ev di rojnameya fermi de dît! Tu kî yî? Tu kî yî?”

Partiyên opozisyonê û kes û aliyên mafên jinan diparêzin rexneyên dijwar li hikûmetê digrin û dibêjin, hikûmeta Tirkiyê hewl dide rewatiyê bide baviksalarî û serkutkirina jinan. Opozisyon û rêxistinên jinan hewl dan û guşar çêkirin daku Serokkomar ji biryara xwe poşman bibe, lê hewl bêhûde bûn û îro Pêncşemê 1ê Temûzê Tirkiye bi fermi ji wê peymannameyê vekişiya.

Li gor amarên “Platforma Em ê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin”, tenê di 6 mehên yekem ên 2021ê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 112 jin hatine kuştin û mirina 79 jinên din jî biguman e. Deniz Poyraz ku endama HDPê bû yek ji wan kuştiyan e.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan “Di van salên dawî de desthilatê ji medyayê bo kuçe û kolan heta platformên siyasî, li vî welatî bi awayê pile bi pile fobiya HDPê çêkir, baş e ev fobî çiye? Dijminayetîkirina siyaseta demokratîk e, tirsa ji cudahiyan û mafên mirov, herwiha tirsa ji hêza jinan.”

Ji roja biryara vekişîna Tirkiyê ji Peymannameya Stenbolê û heta niha çendîn xwepêşandan û meşên nerazîbûnê hatine kirin. Bi taybetî rêxistinên jinan û hevregezxwaz ku wek LGBT tên naskirin, li çendîn bajarên Tirkiyê rûbirûyê tundûtûjiya hêzên ewlekariyê bûn û alozî çêbû.

Îro êvarê jî li Stenbolê, IÎmîr, Enqere û çendîn bajarên din meş û xwepêşandan bo şermezarkirina wê biryarê tên sazkirin. Peymannameya Stenbolê bo rêgirtin û rûbirûbûna dijî jinan di 11ê Gulana 2011an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat îmzekirin. Tirkiye yekem welat bû ku îmze kir.