Rapirsiya Avrasya: Erdogan bi hemû awayekî wenda dike

01-07-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kompaniya Lêkolînê ya Avrasya AK Partî Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Avrasyayê Kemal Ozkiraz encamên rapirsiya meha Hezîranê eşkere kirin. Li gor rapirsiyê rêjeya dengên AK Partiyê daketiye jêr ji sedî 30. Ozkiraz jî dibêje: “Erdogan bi hemû awayekî wenda dike.”

Kemal Ozkiraz, li ser kanala YouTube Avrasya Anket di weşana zindî de encamên rapirsiya meha Hezîranê ligel raya giştî parve kirin. Ozkiraz da zanîn ku rêjeya dengên AK Partiyê daketiye jêr ji sedî 30î û got: “Erdogan bi hemû awayekî wenda dike.”

Di bersiva pirsa “Eger vê yekşembê hilbijartin çêbibe dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?” de, berî ku bêbiryar bên belavkirin rêjeya dengên AKPê ji sedî 25, rêjeya dengên CHPê ji sedî 22,9, rêjeya dengên ÎYÎ Partî ji sedî 12,8, rêjeya dengên HDPê ji sedî 9,4, rêjeya dengên MHPê ji sedî 6,0, rêjeya dengên Partiya DEVA ji sedî 3,8 û rêjeya dengên Partiya Pêşerojê jî ji sedî 1,7 e.

Di bersiva heman pirsê de dema bêbiryar tên belavkirin rêya dengên partiyên siyasî wiha ye:

AKP: %29,4

CHP: %26,9

ÎYÎ Partî: %15

HDP: %11,1

MHP: %7,1

DEVA: %4,5

Partiya Pêşerojê: %2

Erdogan li beramber 4 berbijêran wenda dike

Li gor bersivên beşdarvanên anketê li ser pirsa “Di tura yekem a hilbijartina bê ya serokkomariyê de eger ev kesane bibin berbijêr dengê xwe didin kîjanî?: Di hevrikiya Erdogan-Akşener de Erdogan ji sedî 39,8 û Akşener jî ji sedî 42,3ê dengan werdigre.

Di hevrikiya Erdogan-Kiliçdaroglu de jî Erdogan ji sedî 39,1 û Kiliçdaroglu ji sedî 44,0ê dengan werdigre. Di hevrikiya Erdogan-Îmamoglu de Erdogan ji sedî 37,8 û Îmamoglu ji sedî 50,2ê dengan werdigre. Di hevrikiya Erdogan-Yavaş de jî Erdogan ji sedî 37 û Yavaş ji sedî 49,4ê dengan werdigre.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst