TIRKIYE – Li hember destdirêjiyê sizayeke nû: Xesandin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ku li hember kesên sûcê destdirêjiyê dikin dê dermanên kîmyewî kêmkirina heza seksî, bikar bînin.

 

Li Tirkiyê ev demeke dirêj e bûyerên destdirêjî û tundiya li hember zarok û jinan di rojevê de ye, ku cezayên li hember kiryarên van tawana jî gelek caran dibe cihê nîqaşê.

 

Herî dawî li Enqerê keçekê 8 salî ya bi navê Eylûl hate revandin û paşî kuştî û çalkirî hate dîtin.

 

Derbarê vê yekê de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag jî ragihand: “Li hember kesên van tawanan dikin em ê ji hemû aliyan ve tedbîrên tunekirina heza zayendî (kastrasyona cinsî) jî bikar bînin.”

 

Bozdag da xuyakirin, ku dê hikûmet cezayên li hember sucên wiha girantir bike û ji bo vê jî yasa wwerin sererastkirin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku kastrasyona cinsî, wate bi riya dermanên kîmyewî yan jî destwerdana neştergerî ji holê rakirina hormonên seksî ne. Bi gotineke din xesandin e.

 

Li 7 wîlayetên Amerîkayê li hember tawanbarên destdirêjî kirine, ev tedbîr tê bikaranîn.

 

Herwiha Polonya yekemîn welatê Ewropayê ye, ku bi riya dermanan heza seksî ya tawanbaran ji binî ve radike.

 

Moldova û Estonya du weltên din ên Ewropayê ne, ku li hember sucdarên destdirêjiyê dermanên kîmyewî bikar dihînin.

 

Li Rûsyayê jî bi yasaya sala 2012ê hatiye derxistin, kesên destdirêjiya zarokên ji 14 salî biçûktir kiribin, heman awayî bi derman tên xesandin. Ger ev sûc were dubarekirin tawanbar cezayê heta hetayê zîndanîkirinê digre.

 

Koreya Başûr, Endonzeya jî li hember van tawanan heman cezayê bikar dihînin.