Serokê CHPyê diçe serdana Demîrtaş

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Selahattîn Demîrtaş Serdan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li girtîgeha Edîrneyê here serdana Selahattîn Demîrtaş.

Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş nêzikî 7 sal û nîv in di çarçoveya Doza Kobaniyê de li girtîgeha Edîrneyê tê girtin.

Li gorî nûçeya Medyascopê, dê Serokê CHPyê Ozgur Ozel li girtîgeha Edîrneyê biçe serdana Selahattîn Demîrtaş.

Derbarê dema serdanê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Hevserokê Berê yê HDPyê Selhattîn Demîrtaş ku ji 2016an ve di çarçovaya Doza Kobanî de li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî biryara dadgehê ragihandibû cezayên ku li Demîrtaş û siyasetmedarên HDPyê hatine birîn siyasî ne û nehiqûqî ne.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî çend roj berê li girtîgeha Edîrneyê çûbû serdana Demîrtaş û Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst