Bîranîna Geziyê: Xwepêşanderan daxwaza berdana girtiyan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, di bîranîna 10emîn salvegera bûyerên Parka Geziyê de 59 kes hatin girtin.

Hejmarek xwendekarên zanîngehê û çalakvan di 10emîn salvegera Bûyerên Geziyê de li nêzîk Parka Geziyê ya Stenbolê xwepêşandan kirin. Ji hikûmetê daxwaza berdana girtiyên xwepêşandanên Geziyê dikin.

Xwepêşander Rosen Idin got, “10emîn sala Geziyê ye, armanca me ew e ku em Geziyê ji bîr nekin û di vê qonaxa piştî hilbijartinê de bêhêvî nebin. Em dîsa weke jinên zanîngehê li vir in. Yên li ser standên Geziyê bûn, piştî Geziyê jî dewam kirin.”

Çalakvanan bi rêya poster û pankartan daxwaz ji xelkê dikin bûyerên Parka Geziyê yên sala 2023an ji bîr nekin, ku 10 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 9 hezar kes birîndar bûn.

Xwepêşander Sedat Durel anî ziman, “Me deh sal berê me ji bo dirandina perdeya tarîtiyê dest bi xwepêşandanê kir. Em ji bo mafên demokratîk û mafên karkeran li vir in. Têkoşîna me hîn jî berdewam e û hêviya me heye. Ji ber vê yekê em îro li vir in.”

Xwendekara Zanîngehê Yasemin Ada jî got, “Îro em taybet ji bo dehemîn sala Geziyê li vir in. Kolan bi kolan û kampus bi kampus em vê tekoşînê berfirehtir dikin.”

Hêzên emnî derdora xwepêşanderan dorpêç kirin. Hikûmeta Tirkiyê van xwepêşandanan weke bê molet û neyasayî binav dike. Di dawiya xwepêşandanan de 59 kes hatin desteserkirin, lêpirsîna li ser wan berdewam e.