Ferit Şenyaşar navê xwe li Parlamentoya Tirkiyê tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Rihayê Ferit Şenyaşar li Parlamentoya Tirkiyê navê xwe tomar kir.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê parlamenterên hatine hilbijartin li parlamentoyê navên xwe tomar dikin û dê roja Înê 2ê Hezîrana 2023an sond bixwin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferit Şenyaşar ê ku di 14ê Hezîrana 2018an de li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê bav û 2 birayên wî hatibûn kuştin û ji ber vê yekê jî bi dayika xwe re li ber Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeda Edaletê” kiribû ku heta niha jî berdewam e. Şenyaşar îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê navê xwe tomar kir.

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, 2 kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Her wiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.