YSKê mal û milkên Erdogan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartin a Tirkiyê (YSK) encamên dawî yên hilbijartina serokomariyê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de belav kir û di heman demê de mal û milkê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî eşkere kir.

Tirkiyê di 28ê Nîsanê de Recep Tayyîp Erdogan wek Serokomarê xwe yê 13emîn hilbijart. Piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartin a Tirkiyê (YSK) encam bi fermî eşkere kirin, beyannameya mal û milkê Erdogan jî eşkere kir.

Di beyannameya mal û milkê Erdogan de agahiyên nasnameyê, agahiya li ser mal û milkan, pereyên di bankan de û agahiyên deynên Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan hene.

Li gorî vê yekê li gundê Dumankaya ya navçeya Guneysu ya Rîzeyê bi 10 hezar lîreyî zeviyeke 2 hezar metre çargoşe ku di sala 1988an de kirîne û 2 par jî li taxa Kısıklı ya navçeya Uskudar a Stenbolê ji 7 milyon û 695 hezar lîreyî ji maleke ku di sala 2019an de kirîne.

Di beyannameya mal û milk de hat diyarkirin ku Erdogan û hevjîna wî di 4 hesabên cuda yên bankê de xwedî milyonek û 884 hezar û 878 TL ne û 5 milyon û 390 hezar lîreyê Tirkî jî deynên wan hene.

Beyannameya mal û milkê Recep Tayyîp Erdogan: