Serokê DSPê li ser daxuyaniya Demirtaş bertek nîşan da

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Onder Aksakal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demorkat (DSP) ku partiya serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê Bulent Ecevît e, Onder Aksakal li ser daxuyaniya Selahattin Demirtaş ku gotiye, di vê qonaxa niha de dev ji siyaseta aktîv berdidim, bertek nîşan da û bi zimanekî sivik amaje bi wê yekê kir, ku Demirtaş di nîvê rê de dest ji siyasetê berdaye.

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, duh di peyamekê de ragihand, ku ew dê dest ji siayseta çalak berde.

Demirtaş ragihand: “Ez li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim. Her weha, spas ji bo rexneyên çêker li min. Ez dê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe dê ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîv berdidim.”

Serokê Giştî yê DSP'ê Onder Aksakal li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniya Selahattin Demirtaş parve kiriye û wek bertek li ser wan gotinên Demirtaş helwesta xwe ragihandiye.

Onder Aksakal bi zimanekî sivik û dûr ji rêzgirtinê di bersiva Demirtaş de gotiye, “Me hêj dê zebeş bişikandibana? Xêr be, wiha dixuye ku te dest ji karê heykel berdaye…”

Li ser medyaya civakî li ser gotinên Aksakal yên wekî “Ev zilam li ser kursiyê Ecevît rûniştiye” hatin nivîsandin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst