Doza Ekrem Îmamoglu hat paşxistin

01-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Dadgeha Stenbolê îro doza Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku bi bêrêzîkirina bi endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê tê tawanbarkirin û cezayê çar sal û mehek zindan û qedexekirina karê siyasî li wî tê kirin, paşxist

Biryar bû civîna dadgehê îro demjimêr 11:30 li Heftemîn Dadgeha Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê bê lidarxistin û dihat gotin ku dadgeh dê îro biryara dawî li ser vê dozê bide, lê doz îro nehat dîtin û civîna dadgehê ya derbarê wê dozê de bo 21ê Îlonê hat paşxistin.

Piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê yên 31 Adara 2019 betal kir, Ekrem Îmamoglu ragihandibû ku hikûmet bi rêya sextekariyê di hilbijartinan de biserneket û bi betalkirina encamên hilbijartinan dixwaze bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan biserkeve.

Ji ber wan axaftinan, li dijî Îmamoglu doz hat vekirin.

Îmamoglu di hilbijartinên şaredariyên Tirkiye yên sala 2019 de wek berbijêrê Hevpeymanîya Millet ku ji CHP û IYI partiyê pêk tê, bûbû namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û serkeftin bidestxistibû.

Di hilbijartinan de herwiha HDPê jî piştevanîya Îmamoglu dikir.

Lê piştî betalkirina hilbijartinên şaredariya Stenbolê, bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiye, di 23ê Hezîrana 2019an de hilbijartin li Stenbolê hatin dubarekirin û wê carê jî Ekrem Îmamoglu biserket.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst