Tirkiyê bihayê elektrîkê careke din zêde kir

01-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê elektrîka malan %15 û bihayê elektrîka kargehan %25 hat zêdekirin.

Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) îro 1ê Hezîranê bihayên nû yên elektrîkê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de belav kirin.

Li gor bihayên nû kîlovatek elektrîka malên di niqira (qedeme, ast) yekem de bû 129 hezar û 639 quruş û malên di niqira bilind de bû 192 hezar û 797 quruşan.

Herwiha kîlovatek elektrîka kargehên di niqira yekem de derket 208 hezar û 915 quruş û kargehên di niqira bilind de derket 278 hezar û 9 quruşan.

Bi vî awayî bihayê elektrîka malan %15 û bihayê elektrîka pîşesazî û kargehan %25 hat zêdekirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê elektrîkê di meha Çileya 2022 de jî bi rêjeya %125 hatibû zêdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst