Partiya Karkeran a Tirkiyê têkildarî îdiayên Peker komîsyona lêkolînê ava dike

01-06-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Partiya Karkeran a Tirkiyê Ahmet Şik Sedat Peker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê, Ahmet Şik ragihand ku ew dê ji bo lêkolînkirina îdiayên Sedat Peker komîsyonek serbixwe ya lêkolînê ava bikin û di wê komîsyonê de dê rojnmevan û hiqûqnas jî hebin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê  yê Stenbolê Ahmet Şik di bernameyek taybet a li ser torên civakî de li ser îdiayên Sedat Peker axivî û da zanîn, pêşniyara lêkolînkirina van îdiayan bi dengên herdu partiyên desthilatê AKPê û MHPê hatine red kirin.

Ahmet Şik amaje bi plana partiya xwe bo avakirina komîsyoneke taybet ji bo lêkolînkirina rastiya îdiayên Peker kir û got:“Em ji bo vê yekê  komîsyonek serbixwe ava dikin. Di wê komîsyonê de rojnamevan û hiqûqnas jî hene. Em dê hewl bidin bi hev re li ser van îdiayan lêkolînan bikin û raporek berfireh amade bikin.” 

Herwiha Şik îdia kir ku li Tirkiyê gelek polîs agahiyên îstixbaretî ji Sedat Peker re dişînin û daxwaz ji wan kir ku ew van belgeyan radestî vê komîsyonê bikin û got “dezgehên medyayê û rojnamevanên ku van belgeyan biweşînin hene”

Mafyager Sedat Peker ku biryara girtinê derbarê wî de heye û li derveyî Tirkiyê dijî, li ser belavkirina peyam û vîdyoyên xwe berdewam e ku tê de peywendiyên berpirsên dewleta Tirkiyê û mafyayê aşkere dike.

Di vîdoyên xwe de, Peker behsa dewleta kûr, bûyerên kuştinê yên bike nediyar, şandina çekan ji Tirkiyê bo grûpên tundrewên îslamî yên li Sûriyê weke Eniya El Nusra û çend mijarên de kiriye û gelek nihêniyên dewletê û berpirsên Tirkiyê yên berê û niha aşkere kirine.

Peker pêştir di girtîgehê de bû, lê paşê bi hêsankariya hikûmeta Tirkiyê ku di destê AK Partiyê de ye, ji zindanê serbest hat berdan. Lê ew demek e ku di navbera wî û hikûmetê de nakokî derketine û wî jî bi rêya belavkirina peyam û vîdyoyan dest bi aşkerekirina nihêniyên dewletê kiriye.

Birayê Sedat Peker, Atilla Peker tevî parêzvanekî xwe, ku bi vîdeoyên xwe rojev li Tirkiyê hejand, roja 23ê Gulanê li navçeya Fethiye ya parêzgeha Mugla ya Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlekarî yên wî welatî ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst