TRTê tenê sê sanyeyan reklam bo Demirtaş kiriye

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî eşkere kir ku kanala fermî ya Tirkiyê TRTê tenê sê saniyeyan reklam ji Demîrtaş re kiriye û li hember wî 105 deqiqeyan reklam bo Erdogan hatiye kirin.

 

Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî li ser nebûna dadperweriyê di şopandina çalakiyên berbijêrên serokatiya komarê û fraksyonên Parlamentoya Tirkiyê de raporek belav kir.

 

Di raporê de wiha tê gotin: "Ji 4 heta 31ê Gulana 2018ê kanala fermî ya Tirkiyê TRTê di hemû bultenên nûçeyan de tenê sê saniyeyan reklam ji Salahatin Demirtaş re kiriye, li beramber jî 105 deqîqeyan reklam bo Recep Tayyip Erdogan kiriye.”

 

Li gor raporê bi deqîqe dema şopandina çalakiyên berbijêrên serokatiya komara Tirkiyê wiha bûye:

 

Berbijêrê Hevpeymaniya Komar Recep Tayyip Erdogan: 105 deqîqe

Berbijêrê CHPê Muharrem Înce: 37 deqîqe

Berbijêra Îyî Partî Meral Akşener: 14 deqîqe

Berbijêrê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu: 5 deqîqe

Berbijêrê Partiya Vatan Dogu Perînçek: 2 deqîqe

Berbijêr HDPê Salahattin Demirtaş: 3 saniye

 

Her li gor heman raporê, bi deqîqe dema şopandina çalakiyên fraksyonên ku beşdarî hilbijartinê dibin wiha bûye:

 

AK Partî: 147 deqîqe

CHP: 25 deqîqe

MHP: 25 deqîqe

Îyî Partî: 14 deqîqe

Partiya Seadetê: 5 deqîqe

Partiya Yekbûna Mezin: 5 deqîqe

Partiya Vatan: 2 deqîqe

HDP: 0 deqîqe

 

Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî di rapora xwe de tekez dike ku di warê şopandina medyayî de nedadperweriyeke zêde di navbera partî û berbijêrên desthilat û opozîsyonê de tê kirin û di warê azadî û demokrasiyê de vê yekê wek şikesteke mezin dinîrxîne.