Aloziya meydana Taksîm a Stenbolê bidawî bû

01-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) – Li meydana Taksîm a bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, piştî çar rojan çalakiya parastinê û pevçûna du rojan, hikumetê paşde gav avêt û polîs ji Parka Gezî vekişandin. Di nav de parlementerên BDP’ê jî heyî bi hezaran kes herikîn Parka Gezî. Hevserokê BDPê Demîrtaş jî ji hikûmeta AKPê xwest “aqilê xwe berhevî serê xwe bike”.

Çar roj berê ji bo parastina Parka Gezî çalakiya aştiyane destpêkiribû, di demjimêrên serê sibeha Înê de pevçûnên ku piştî êrîşa tund ya polîsan destpêkirin, îro jî bidirêjahiya rojê domkirin. Di nava du rojan de 14 jê giran bi sedan kes birîndar bûn. Hinekan trawma derbaz kir, dest û lingên hinekan şikestin, herî kêm çavê kesekî kor bû.

Dîsan di dema xwepêşandanan de, nêzî 150 kes hatin binçavkirin. Hêjmara rast nayê zanîn. Demek kurt çalakî belavî bajarên Tirkiye û Kurdistanê bûn. Piştî ku îro bûyer belavî Enqereyê bûn, sînyalên pêngavên paşde avêtinê ên hikumetê di demjimêrên nîvro de diyar bûn. Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç daxuyaniyek da got, “Biryara rawestandina bînasaziyê ya dadgehê di cihê xwe de ye. pêwîste hikumet jî guh bide biryarê.” Di derbarê bigiştî rawestandina projeyê de tiştek negot Arinç lê got, şaredarî û Wezareta Çandê pêşketin “bi awayek baş nevegotine” pêwîste ji gel lêborînê bixwazin.

Lê belê piştre Serokwezîrê Tirk Erdogan gotibû, polîs dê li parkê bimînin û dê projeya Taksîmê berdewam bike. Erdogan ji bûyerên Taksîmê re got “leyîstokin” û diyarkir ku, “ Polîs duh jî li wir hebû, îro jî heye û dê sibe jî hebe.”

BDP jî di destpêkê de di çalakiya Parka Gezî de cihê xwe girt. Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş terora polîsan ya li dijî derdorparêzan bi zimanek tund şermezar kir û got, “Pêwîste hikumet aqilê xwe bîne serê xwe. Pêwîste Serokwezîr lêborînê ji gel bixwaze.”

Berxwedana li Parka Gezî netenê di sînorê Tirkiyeyê de ma, li qada navnetewî jî dengek mezin veda. Li gelek welatan çalakî çêbûn, çapemeniya Rojava cihek mezin da mijarê. Hêrsbûna Roja ya li hember hikumeta AKP’ê bi rêya çapemeniyê xwe da hîskirin.

Li gorî demjimêra herêmî ber bi 16.00’an ve yekem koma ku giha Taksîmê heyeta BDP’ê bû. Koma ku di nav de parlementerên BDP’ê ên Stenbolê Sebahat Tuncel û Sirri Sureyya Onder, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Hevserokê ODP’ê Alper Taş, Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, heyeta HDK’ê û aktîvîstên Piştevaniya bi Taksîmê re gihan Qada Taksîmê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê Çerkezoglû axivî û got, her gotina ku ji devê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de derdikeve ne zagone û gel biryar daye ku Parka Gezî dê weke park bimîne. Çerkezoglû got: “Bi rojane ku em jib o parkê tekoşînê dikin qîrîna me, destpêkê li tevayî Stenbolê û piştre li Tirkiyeyê belav bû. tundiya ku desthilatdariyê pêkanî nekarî hêrsê bitewîne, berevajiyê wê serhildan mezin kir. Êdî heta ku em hesaba tundiya li me hatî kirin neyê dayîn em naçin malên xwe.”

Komê piştî daxuyaniya çapemeniyê ber bi Parka Gezî dest bi meşê kirin. Girseya ku demekê li ber benda polîsan rawestiyan, piştî ku bend hatin rakirin ketin nava parkê û govend girêdan.

Polîsên çevîk yên qad dagir jî kirin ji herêmê dûr ketin. Lê belê dema ku xwevekişandin jî bombeyên gazê avêtin. Piştre li wesayîtên xwe siwar bûn û çûn.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst