Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê dê biçe serdana DEM Partiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di çarçoveya hevdîtinên Destûra Bingehîn de dê biçe serdana DEM Partiyê.

Desthilata AK Partiyê vê dawiyê dixwaze Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê biguhere.

AK Partiyê ji bo bidestxistina piştevaniya grûpên partiyên siyasî yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de ne dest bi serdanan kiriye.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di serdanên xwe yên ji bo guhertina Destûra Bingehîn de berdewam e.

Biryar e sibe serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê bike.

Kurtulmuş dê demjimêr 12:00an biçe serdana DEM Partiyê, piştre demjimêr 13:00an biçe cem Partiya Saadetê û demjimêr 14:00an jî dê bi berpirsên ÎYÎ Partiyê re bicive.

Heta niha nehatiye diyarkirin ku Serokê Parlamentoyê dê kengî biçe serdana MHPyê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê roja sêşemê çûbû serdana CHPyê û bi Ozgur Ozel re civiyabû.

Ozel piştî serdanê ragihandibû ku divê destpêkê desthilat li gorî destûra heyî tevbigere û piştre daxwaza guhertina destûrê bike.