Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine

01-05-2024
Nîşan Karker Mirin ISIG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – ISIGê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salên dawî de 10 hezar û 533 karkeran dema ku li ser kar bûne canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) amarên mirina karkeran ên 5 salên dawiyê belav kirin.

Li gor amarên fermî, karker li seranserê Ewropayê di dema kar de herî zêde li Tirkiyeyê canê xwe ji dest didin.

Sedema herî mezin a mirina karkeran wernegirtina tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst e.

Hinek caran jî karker pêbendî tedbîran nabin an ji avahiyan dikevin an jî bi şêweyekî din canê xwe ji dest didin.

Li gorî ISIGê, amarên mirina karkeran ên ji 2019an ve bi vî awayî ne:                                                                  

2019: 1,736                                                

2020: 2,427                        

2021: 2,170                                                     

2022: 1,843                        

2023: 1,932                     

2024:   425                         

Giştî: 10,533

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst