Hejmara pizîşkên ji Tirkiyê diçin derve rekor tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de 700 pizîşkan bo Ewropayê koç kirine. Piraniya pizîşkan jî çûne Almanyayê.

Sala 2023an hejmara pizîşkên ku koça derveyî welat dikin rekoreke nû tomar kir.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB), di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de 700 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin "Belgeya Rewşa Baş" wergirtine.

Di 3 mehên destpêkê yên sala 2022an de 567 pizîşkan û di 3 mehên destpêkê yên sala 2021an de jî 253 pizîşkan "Belgeya Rewşa Baş" wergirtibûn.

Bi tevahî heta niha zêdeyî 10 hezar pizîşk ji Tirkiyê çûne Almanyayê.

Ajansa Kar a Almanyayê, ji bo pizîşkên Tirkiyê ku fêrî ziman dibin û belgeya rewatiyê werdigrin "rêziknameya kar" amade kiriye.