Çavuşoglu: Tirkiyê 2 hezar û 61 kes ji Sûdanê derxistine

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji ber şerê navxwe yê Sûdanê welatiyên Tirkiyê yên ku xwestine vegerin Tirkiyê hatine vegerandin. Çavuşoglu diyar kir, heta niha bi giştî 2 hezar û 61 kes ji aliyê Tirkiyê ve ji Sûdanê hatiye derxistin. Di nava kesên ku hatine derxistin de welatiyên 22 welatan li ser firokexaneya Stenbolê re bo welatê wan hatine şandin.

Mevlut Çavuşoglu roja 1ê Gulanê li navçeya Kepez  ser bi parêzgeha Antalya derbarê veguhestina welatiyên Tirkiyê ji Sûdanê daxuyaniyek da.

Çavuşoglu ragihand, “Li Sûdanê tevliheviyek heye. Jibo em welatiyên xwe yên li wir bi silametî derînin em bi şev û roj dixebitin. Me welatiyên xwe vegerindin, welatiyên ku birîndarbûne jî têne derman kirin û rewşa tendirustiya wan başe.”

Çavuşoglu derbarê hêjmara kesên ku heta niha hatîn vegerandin de jî got: “Welatiyên ku xwestin ji Sûdanê derkevin me tev veguhestin. Hezar û 763 welatiyên Tirkiyê hatine vegerandin û ji 22 welatan jî 298 welatî ji Sûdanê hatine derxistin û li ser firokexaneya Stenbolê re bo welatî wan hatine şandin. Her wiha bi giştî heta niha 2 hezar û 61 kes ji aliyê Tirkiyê ve ji Sûdanê hatiye derxistin.”