Li Stenbolê polîsan rê neda pîrozbahiya karkeran a li Taksimê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qada Taksimê ya navçeya Beyogluyê ya ser bi parêzgeha Stenbolê karkerên ku xwestin bi helkefta 1ê Gulanê Roja Karkeran û Kedkaran a Cîhanî bikevin qadê rastî midexaleya polîsan hatin û hejmarek ji wan hatin desteserkirin.

Sendîkaya Karkerên Înşaatê li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen û peyamek belav kiriye û dibêje, “Taksim qada 1ê Gulanê ye. Em qedexeyên we nas nakin.”

Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin îro Duşemê 1ê Gulanê hejmarek karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Înşaatê û yên Sendîkaya Enerji-Senê dixwazin biçin Qada Taksimê lê polîs midexaleya wan dike û asteng dike. Herwiha li gor zanyariyan hejmarek zêde karker hatine desteserkirin.

Salên dirêjin rê nayê dayîn ku pîrozbahiya 1ê Gulanê li Qada Taksimê bê kirin û her sal sendîkayên karkeran jî serlêdanê dikin da ku bikaribin bikevin qadê.