Otobusa xwendekaran wergeriya: 3 mirî, 44 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bursayê yê Tirkiyê otobusa geştê ku xwendekar hilgirtibûn wergeriya. Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 44 kjes jî birîndar bûn.

Otobusa ku ji bajarê Çanakkaleyê diçû Enqereya paytexta Tirkiyê, li navçeya Înegolê li berbestên ser rê da û wergeriya. Bûyer berê sibeha îro di demjimêr derdora 00:30an de çêbû.

Di bûyerê de şofêr û 2 xwendekaran canê xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên hatine belavkirin, birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û rewşa piraniya wan baş bûye.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat ragihand ku piştî bûyerê tîmên peywendîdar yekser bo cihê bûyerê hatine şandin û got, “Otobûsa ku xwendekarên Dibistana Navendî ya Cenk Yakin ji Etimesguta Enqerê hilgirtibûn li berbestên tenişta rê daye û wergeriya ye, di encam de li gor zanyariyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest dane.”

Parêzgarê Bursayê herwiha serdana cihê bûyerê kir û piştre daxuyaniyeke din da. Canbolat da zanîn ku 6 otobûsên ji Etimesguta Enqerê xwendekarên dibistana navendî hilgirtibûn bi armanca geştê çûne Çanakkaleyê.

Canbolat da zanîn ku di dema vegerê de otobûsekê ji wan qeza kiriye û got, “Di otobusê de 47 kes hebûn. Ji wan 3 mamoste, du şofêr, hinek xwendekar, 6 zarokên mamosteyan. Heta niha mixabin şofêr û 2 xwendekaran canê xwe ji dest dane. Dibe rewşa yek du birîndaran hinekî dijwar be lê bi giştî rewşa wan baş e.”