Galeriya wêneyan

01-05-2022
15 Photos

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li qada mîtîngê ya Maltepeyê kom bûn.

Sendîka, rêxistin, partiyên siyasî û karkeran 1ê Gulanê li qada mîtîngê ya Maltepeyê pîroz kirin. Polîsan destûr neda kesên ku bi keştiyan ji giravan hatin bikevine qada mîtîngê.

Pankarta mezin a kesekî ku potînên zer bi stûyê xwe ve daliqandibû ya bi nivîsa "Em birçî ne, birçî. Ji kar hatim avêtin. Yan hûn ê huş bin yan jî xwînê vereşin" bû dîmena herî balkêş a qadê.

Polîsan li derdora qadê tedbîrên ewlehiyê girtin, kesên ji noqteyan hatin piştî lêgerîna polîsan dest bi ketina qadê kirin.

Mîtîng bi stranan dest pê kir. Koma Bandista, Koroya Ruhi Su Dostlar û Koma Kardeş Turkuler stranên xwe yên gelêrî gotin.

Peyamên Mucella Yapıcı, Can Atalay û Tayfun Kahraman ên ku di Doza Geziyê de cezaya 18 sal girtîgehê li wan hat birîn hatin xwendin.

Seroka DÎSKê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê KESKê Mehmet Bozgeyik, Serokê Rêveberiya TMMOBê Emîn Koramaz û Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci gotar pêşkeş kirin.

Piştî axaftinan di mîtîngê de metna hevpar a bi Kurdî, Tirkî û Erebî hat xwendin.

 

Wêne: Murat Bulut / Rûdaw