TURK-ÎŞ: Bo zêdekirina mûçeyê kêmane ti wateya wê nîne li benda Tîrmehê bin

01-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Konfedarasyona Sendîkayên Tirkiyê Ergun Atalay di axaftina xwe ya derbarê 1ê Gulanê Roja Karkeran de got: “Ji bo zêdekirina mûçeyê kêmane ti wateya wê nîne li benda Tîrmehê bin. Bila wê rêjeya enflasyona hatiye ragihandin, careke din bidin wan kesên ku bi mûçeyê kêmane kar dikin, xanenişîn û karkeran.”

Îro bi helkefta 1ê Gulanê Cejna Karkeran li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakî û merasîm tên kirin. Serokê Konfedarasyona Sendîkayên Tirkiyê (TURK-ÎŞ) Ergun Atalay û beşek ji endamên wê konfedarasyonê, bi helkefta Cejna Karkeran çûn Navçeya Taksîmê ya Stenbolê û piştî danîna qerenfîlan li hevrazê Kazanci daxuyaniyek da çapemeniyê.

Atalay da zanîn ku îro li 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 30 hezar endamên konfedarasyona wan dê li dijî bihabûnan derkevin qadan û got: “TURK-ÎŞ saziyeke mezin e ku ji hemû aliyên siyasî, civakî û baweriyan pêk tê. Ev 70ê sal in em piştîvaniya welat, xanenîşîn, karker û kedkaran dikin.”

Ergun Atalay li ser pirseke derbarê zêdekirina mûçeyê kêmane de jî got: “Ji bo zêdekirina mûçeyê kêmane ti wateya wê nîne li benda Tîrmehê bin. Bila ew rêjeya enflasyona hatiye ragihandin, careke din bidin wan kesên bi mûçeyê kêmane kar dikin. Dê di her 4ê mehê de wate 3 roj şûn de rêjeya enflasyonê bê ragihandin, bila bi qasî wê enflasyona hatiye ragihandin, mûçeyê kêmane, mûçeyê xanenişînan û hemû karkeran zêde bikin. Ti wateya wê nîne li benda Temûzê nîne. ”

Ev di demekê de ye Saziya Amaran a Tirkiyê dibêje rêjeya enflasyona meha Adara îsal li wî welatî gihiştiye ji sedî 61, lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) jî dibêje ew rêje ji sedî 142,63 ye. Wezîrê  Ewlehiya Civakî û Kar yê Tirkiyê berî niha gotibû: "Di meha Temmuzê de mizgîniyeke me heye, dê mûçeyê herî kêm ê xanenişînan bê zêdekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst