Pervin Buldan: Em dê jiyaneke bi rûmet, azad û bê şer ava bikin

01-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran bi peyamekê pîroz kir û got: “Tekez em dê jiyaneke bi rûmet, dadmend, azad, wekhev û bê şer ava bikin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan îro bi helkefta 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û cejna karkerên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Buldan di peyama xwe de dibêje: “Tekez em dê jiyaneke bi rûmet, dadmend, azad, wekhev û bê şer ava bikin. Emê di têkoşînê de bibin yek û bugiherînin. Qad yên me ne, hêvî ,ked ya me ye û dê siberoj jî ya me be. Ez cejna hemû karker û kedkaran 1ê Gulanê pîroz dikim, Bijî 1ê Gulanê.”

Li gor agahiyên Navenda HDPê îro 1ê Gulanê Hevseroka HDPê Pervin Buldan dê beşdarî mitînga li Stenbolê bibe ku li Qada Maltepeyê tê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst