Enqere (Rûdaw) - Gelek karkerên Kurd ji ber nebûna derfetên kar, ji Bakurê Kurdistanê berê xwe didin metropolên Tirkiyê, di 1ê Gulanê Roja Kedkaran de karkerên Kurd ji bo debara jiyana xwe li ser karên xwe berdewam bûn.
Di roja kedkaran de li şantiyeyekê, karkerên Kurd berdewam in li ser karên xwe. Îbrahîm dema bêhvedanê bi kilameke Serhedê di bîreweriyên Senar û hevalên wî digere. Lê Sînan ji wî halê nerazî ye û dibêje "îro lazim e em li qadan bin, îro 1ê Gulanê ye".
Karkerê bi navê Sinan Bilici ji Rûdawê re diyar kir: “Îro lazim e em li meydanan ban û em li xwe mafê xwe geriyaban, lê em hatine li vir kar dikin. Em pirsgirekên xwe tenê di navbera xwe de diaxvin û dengê me nagihe ti kesî. Heta ku em wisa bin em nikarin bigehin armanca xwe.”
Ehmed jî li ser karê xwe bi giringî disekine ji ber ku ew dizane eger kar baş nebe ew ê ji kar were derxistin bêyî ti sendîka û saziyek hebe ji mafê wî bipirse.
Karker Ahmed Bilici jî destnîşan kir: “1ê Gulanê roja kedê ye û roja wekhevî û aştiyê ye, ji bo hemû kedkaran rojeke girîng e. Roja yeketiya kedkaran e. Em di vê rojê de aştî û aramiyê dixwazin.
Li qadan jî 1ê Gulanê heybetek dûr ji rastiya kedkariyê, bi govenda xwendekar û beşek aligirên partiyên siyasî tê pêşwazîkirin.
Sekretera Giştî ya DÎSKê Arzu Babaoglu eşkere kir: “Li Tirkiyê gelek asteng li pêşiya ked û kedkaran hene. Lê li Tirkiyê di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê heye ku dibe sedama hemû kêşeyan. Em weke sendikaya DÎSKê, em dibêjin demokrasî nanê kedkaran e. Bê demokrasî mafê kedkaran nabe, bê mafê kedkaran jî demokrasî nabe.”
Di her çar mehên sala 2018an de 141 karkeran li ser kar jiyana xwe dest dane. Di dema rewşa awarte de nêzikî 120 hezar karmend û karker ji wezifê hatine dûr kirin, 70 hezar ji wan hatine îxraçkirin û 57 hezar jî rastî lêpirsîn û dozan hatine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse