Demîrtaş: 1ê Gulanê bi hev re diçin meydanan, piştre sindoqên dengdanê

Navenda Nûçeyan - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattin Demirtaş bi helkefta 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê peyamek belav kir û got: "Bi hev re diçin meydanan, piştre sindoqên dengdanê."


Demirtaş ku nêzîka sal û nîveke girtî ye, di twittekê de ku ji aliyê parêzerên wî ve hatiye belavkirin, 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike û dibêje: "Ji bo bidawîanîna zeftkirina ked û komkujiya karkeran bi hev re destpêkê diçin meydanan û piştre jî diçin ser sindoqên dengdanê."


Di twittê de wêneyekî Demîrtaş jî hatiye danîn ku ligel hejmarek karker rûniştiye û bo wan diaxife. Ew wêneyê Demîrtaş di dema kampanya hilbijartinên berê yên Tirkiyê de hatiye girtin ku serdana karkeran kiribû.