Pêvajoya Aştiyê di rojevê de ye

Enqere (Rûdaw) - Li çend navçeyên Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera PKK û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam in.

Di ragihandina wî welatî de behsa ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê tê kirin û tê gotin ku wê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî navbeynkariyê di wê pêvajoyê de bike.

AK Partî danîna çekan ji aliyê PKKê ve weke mercê serekî ji bo destpêkirina proseya gotûbêjê datîne. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi astengkirina qonaxa çareseriyê tometbar dike.    
  

Pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyê û PKKê de didomin. Lê belê van rojan di çapemeniyê de tê gotin ku dê prose ji nû ve dest pê bike û dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de navbênkariyê bikin. Herwiha di vî warî de HDP jî îda dike ku Serokkomar Erdogan nahêle ku prose jinûve dest pê bike.

Cigîrê Serokê Koma HDPê Îdris Balûken di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Serokomar ji nûçeyên bi vî rengî dîsa aciz dibe. Erdogan ku kesê ku ev prose bi dawî aniye, qet nahêle ku ev mijar ji aliyê raya giştî ve bê niqaşkirin. Pir aciz dibe. Ev helwesta bi serê xwe nîşan dide ku kê prose daye destpêkirin, kê ew bi rê ve biriye û kî di pevçûn û aloziyê de bi israr e.

Partiya desthilat AK Partî jî dibêje Amerîka û Ewropa di warê jinûve destpêkirina proseyê de li Tirkiyê zorê dikin. Lê Tirkiye dibêje heta ku PKK dest ji çekan bernede dê proseya çareseriyê bi ti awayî dest pê neke.

Parlamenterê AK Partiyê Orhan Miroglu jî ji Rûdawê re derbarê pêvajoya de wiha got: “Him di hundir Yekitiya Ewroyê de him jî di navendên polîtikayên derve yên Amerîkayê de di warê vegera li ser proseyê de li ser Tirkiyê îsrarek heye. Ev hewlên bê wate ne. Ji bo wan pêşniyara min ew e; eger ku ew dixwazin prose jinûve dest pê bike tekane tişta ku divê Amerîka, Ewropa, komên Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bike qanîkirina çekberdana PKKê ye.”

Proseya çareseriyê di 2013'yan de dest pê kiribû û di havîna 2015'an de jî bi dawî hatibû.