Rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî çend bû?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ragihand ku ji sedî 78.11ê dengdêran çûne ser sindoqan.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener li ser hilbijartinên herêmî daxuyaniyek da.

Ahmet Yener diyar kir ku CHPyê 14, AK Partiyê 12, DEM Partiyê 3 û Partiya Yenîden Refahê 1 Serokatiya Şaredariya Bajarên Mezin bi dest xistine.

Yener amaje bi wê yekê da ku li gorî encamên nefermî rêjeya vekirina sindoqên şaredariyên bajarên mezin ji sedî 99,99 e û ji sedî 78.11ê dengdêran beşdarî hilbijartinên şaredariyan bûne.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener anî ziman:

“Li gorî encamên nefermî li seranserê Tirkiyeyê CHPyê 35, AK Partiyê 24, DEM Partiyê 10, MHPyê 8, Partiya Yenîden Refahê 2, Partiya Yekîtiya Mezin 1 û IYI Partiyê 1 şaredarî bi dest xistine.

Ji 30 şaredariyên bajarên mezin jî CHPyê 14, AK Partiyê 12, DEM Partiyê 3 û Partiya Yenîden Refahê jî 1 bi dest xistine.”