Perînçek ragihand: Partiya Vatanê muxtarî standine

01-04-2024
Nîşan Partiya Vatanê Dogu Perînçek Muxtarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ragihand ku partiya wan muxtarî standine.

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Yek ji wan partiyên ku bi nav û logoyên xwe beşdarî hilbijartinan bûbû jî Partiya Vatanê bû.

Li gorî encamên nefermî yên ku hatine ragihandin, Partiya Vatanê ti şaredarî wernegirtine.

“Serkeftinên girîng bi dest xistin”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û got:

“Partiya Vatanê li hemû herêmên Tirkiyeyê serkeftinên girîng bi dest xistin.”

Dogu Perînçek wekî nîşaneya van “serkeftinên girîng” jî da zanîn ku partiya wî li Edene, Mereş, Sêwaz û Uşakê hinek muxtarî standine û pê de çû:

“Ji bo hukimraniyê kakilên tevgera gel çêdibin.

Tevgere gel dê bibe tevgerek ku ji MHP û AK Partiyê vediqete lê ji alîgirên wan re hembêza xwe vedike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst