Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partî, li navçeya Akdenîzê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê yekem e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmartina dengan berdewam dike.
Yek ji cihên ku gelekî dihat meraqkirin jî navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bû.
Li bajarê Mêrsînê û bi taybetî jî li navçeya Akdenîzê gelek Kurd dijîn û piraniya wan salên 90î neçar mane ku ji welatê xwe bar bikin.
Sala 2019an AK Partî bi rêjeya ji sedî 34,29an li Akdenîzê bûbû yekem û HDP jî bi rêjeya 31,55an bûbû duyem.
Li gorî amarên AAyê, heta niha li Akdenîzê ji sedî 96,74ê dengan hejmartin û encam bi vî rengî ne:
DEM Partî - Hoşyar Sariyildiz: Ji sedî 36,6 (46,454 deng)
AK Partî - Mustafa Muhammet Gultak: Ji sedî 29,66 (37,645 deng)
CHP - Nesîbe Teker Hazîm: Ji sedî 23,47 (29,784 deng)
Piştî ku encamên ewil hatin eşkerekirin, bi dehhezaran kes daketin kolanan û wan ev serkeftin pîroz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse