‘Serokê Komunîst’ li Stenbolê çi kir?

01-04-2024
Nîşan Serokê Komunîst Fatîh Mehmet Maçoglu Stenbol Kadikoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komunîst Fatîh Mehmet Maçoglu li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bû sêyemîn.

Fatîh Mehmet Maçoglu sala 2019an ji Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) bûbû namzedê serokatiya Şaredariya Dêrsimê.

Fatîh Mehmet Maçogluyê ku wekî “Serokê Komunîst” tê naskirin bi rêjeya ji sedî 32,77an bûbû yekem û bûbû Serokê Şaredariya Dêrsimê.

Serokê Komunîst sala 2014an jî bûbû serokê şaredariya navçeya Pilûrê ya Dêrsimê.

Fatîh Mehmet Maçoglu vê carê jî li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bû namzedê TKPyê.

Li gorî amarên AAyê, heta niha li Kadikoyê ji sedî 94,62yê sindoqan vebûne û rewşa dawiyê wiha ye:

CHP - Mesut Kosedagi: Ji Sedî 68,55         

AK Partî - Velî Arslan: Ji sedî 12,97

TKP - Fatîh Mehmet Maçoglu: Ji sedî 8,55

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst