Koma Piştevaniya Tarlabaşi ev 11 sal in ‘Fitara Kolanan’ çêdike

Stenbol (Rûdaw) - Li semta dîrokî ya Tarlabaşiya Stenbolê, ji aliyê Koma Piştevaniya Tarlabaşiyê ve ev 11 sal in ku di mehên Remezanê de “Fitara Kolanan” çêdike. Yek ji cudahiyên “Fitara Kolanan” ya taxa hêjar Tarlabaşiyê ew e ku penaberên Afrîqî, Îranî, Sûrî, niştecihên taxê, bawermend û nebawermend bi hev re li ser sifreya erdê rûdinên û fitara xwe vedikin. Fitara ku di hefteyê de rojek an du roj tê dayîn, ji aliyê bi alîkariya niştecihên taxê û ji aliye xêrxwazan ve tê dayîn. Niştecihên taxê dibêjin, bi saya “Fitara Kolanan” ew zêdetir hevdû nas dikin û di navbera wan de dibe sedema xurtbûna hestên piştevanî û biratiyê.

Li semta dîrokî ya Tarlabaşiya Stenbolê dem ber êvarê ye û hêdî hêdî haziriya fitarê tê kirin. Kilîm û sifre tê raxistin, mase tê danîn, xwarin tê amadekirin. Xwarina wan sade û mitewazî ye, lê ew bi hestên alîkarî, piştevanî û biratiyê li ser sifreyê rûdinên. Koma Piştevaniya Tarlabaşi ev 11 sal in ku di mehên Remezanê de “Fitara Kolanan” çêdike.

Berpirsê Piştevaniya Tarlabaşî Urfali Mehmet dibêje: “Em wek Koma Piştevaniya Tarlabaşi, ev 11 sal in ku li kolanan wiha fitara xwe vedikin. Em di bin bandora tu siyaset û aliyê de nîn in. Bi piştgirîya dost û hezkiriyên me, carinan bi piştevaniya cîranan em xwarina xwe amade dikin. Lê îsal ji ber hewaya sar beşdarî hinek kêm e, nexwe sifreyên me qelebalixtir dibin.”

Yek ji cudahiyên “Fitara Kolanan” a taxa hêjar Tarlabaşiyê ew e ku penaberên Afrîqayî, îranî, Sûrî, niştecihên taxê, bawermend û nebawermend bi hev re li ser sifreya erde rûdinên û fitara xwe vedikin.

Penabera Îranî Nahî ji got: “Usûla vê sifreyê pir tiştekî xweş e. Em ji vir derbas dibûn me dît û em hatin ser sifreyê.”

Penabera Ganayê Monica jî got: “Ez ji Ganayê me. Mehmed birayê min e, hevjîna wî Fatma xwişka min e, ev jî wek apê min e.”

Fitar ji aliyê xêrxwazan ve tê dayîn. Ev organîzasyon dibe sedema zêdetir naskirin û piştevaniya niştecihên taxê.

Xêrxwaz Suleyman Tuncay jî got: “Ez zûda vê komê nas dikim. Rojek min ji wan re peyam şand û min got ez jî dixwazim fitar bidim. Ew jî vê rojê eyar kirin.”

Nişteciha taxê Qumriye jî got: “Her sal em wiha fitara xwe vedikin. Em alîkariyê didin hev.”

Berpirsên Koma Piştevaniya Tarlabaşi didin zanîn ku ew dixwazin her sal “Fitara Kolanan” bi awayekî berfirehtir çêbikin û hemû ol, netew û cudahiyên taxê li ser sifreyekê bigihînin hev.