Partiya Kesk a Çep ji bo parlamenteriyê pêşniyar kir: Kadîr Înanir bersiv da

Hewlêr (Rûdaw) - Kadîr Înanir ê ku ji Partiya Kesk a Çep pêşniyara parlamenteriyê wergirt got”Heya ku siyaset ji aliyê gel ve nebe saziyeke rêzdar, ez nafikirim ku siyaseta aktîf bikim.”

Kadîr Înanir ji bo parlamenteriyê ji Partiya Kesk a Çep pêşniyarek wergirt.

Kadîr Înanir, têkildarî berbijêriya xwe ya parlamenteriyê de daxuyanî da.

Înanir got “Gelê me yê hêja; Ev çen sal in min gelek pêşniyarên parlementeriyê wergirtin.

Ev hemû pêşniyar ji bo min bê guman rûmet in lê li welatê me Heya ku siyaset ji aliyê gel ve nebe saziyeke rêzdar, ez nafikirim ku siyaseta aktîf bikim.”