Li Tirkiyê nîqaşa li ser mûçeyê kêmane gur dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûna zêde ya nirxên kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê, careke din zêdekirina mûçeyê kêmane xist rojevê. Hikûmeta Tirkiyê destpêka sala 2022ê mûçeyê kêmane bi rêjeya ji %50, bo 4 hezar 253 lîre zêde kir. Lê aliyên opozisyonê dibêjin, zêdekirina mûçeyê kêmane xwe li ber bihakirina nirxan negirt û di çend mehan din heliye.

Engîn Ozkoç, Parlamenterê CHPê, dibêje, “Dolar 8 lîre bû, bi polîtîkayên aboriyê yên Tayîp bo 14 lîre firîya. Zêdebûna dolar dibe sedema bihabûna mazot, benzîn û xorakê. Pesnê xwe dide û dibêje min mûçeyê kêmane bo 4 hezar û 250 lîre zêde kir, lê di nava 2 mehan de ji ber polîtîkayên te yên xelet, nirx ewqas zêdebûn, ku sînorê birçîbûnê 500 lîreyan bi ser mûçeyê kêmane ket."

Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) jî roja Çarşemê projeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir û ji hikûmetê daxwaz kir mûçeyê kêmane her 3 meh carekê li gor rêjeya enfilasyonê û bihabûnan bê destnîşankirin. Lê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê Vedat Bilgin her roja Çarşemê bi zelalî helwêsta hikûmetê ya derbarê zêdekirina mûçeyê kêmane de eşkere kir û got: "Zêdekirina mûçe di rojevê de nîne.

Vedat Bilgin, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê, dibêje, “Me îsal jî di dîroka xwe de bi aweyek herî zêde mûçeyê kêmane zêde kir. Wate me ji sedî 50 zêdekir. Ji ber vê yekê di mûçeyê kêmane de zêdekirinek diyar hatiye kirin.Em di meha sêyem a vê yekê de ne. Ez nîqaşên li ser vê yekê îro bê wate dibînim.”

Li gor amarên Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê sînorê birçîbûnê yê malbeteke 4 kesî li Tirkiyê 4 hezar û 928 lîre, wate 675 lîre ji mûçeyê kêmane zêdetir e. Beşek ji partiyên opozîsyonê dibêjin di dîroka komarê de yekem car e ku Tirkiye rûbirûyî senaryoyek bi vî rengî dibe.