Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Em nizanin Semra Guzel li ku derê ye

01-04-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel HDP PKK Bekir Bozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, derbarê Parlamentera HDPê Semra Guzel de got: “Semra Guzel li navnîşanên xwe nehat dîtin. Bi rêyên fermî jî derneketiye derveyî welat.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 23ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê dabû. Lê Semra Guzel li navnîşana xwe nehatibû dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, îro 1ê Nîsanê li Enqerê derbarê Semra Guzel de pirsa rojnamevanan bersivand.

Bozdag got: “Hêzên emnî bo desteserkirinê çûne navnîşanên wê. Semra Guzel li navnîşanên xwe nehat dîtin. Niha di destê me de zanyariyeke fermî nîne ku li kîderê ye, li nav welêt e an li derveyî welêt e? Bi rêyên fermî jî derneketiye derveyî welat, lê lêkolîna wê jî tê kirin, ku ka gelo bi rêyên nefermî bi qaçaxî derketiye. Dê zanyariyên bên bi dest xistin bi medyayê re bên parvekirin. Bila hûn bizanin hem hêzên emnî û saziyên din ên dewletê ji nêzîk ve mijarê dişopînin. Heta niha derfet çênebû ku bigihêjin Semra Guzel û cihê wê tespît bikin. Dê di demeke nêzîk de hêzên emnî bigihêjin wê û pêwîstiyên hiqûqî bên kirin.”

Bûyer çi bû?

Li gundê Axçali yê Semsûrê 29ê Nîsana 2017ê di bombebaranekê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat kirin de, di telefona Volkan Bora de wêne hatine dîtin ku hinek ji wan bi Semra Guzel re kişandine.

Semra Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan lixwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst