Davutoglu: Girtina HDPê di berjewendiya Qendîl û Îmraliyê de ye

01-04-2021
RÛDAW
Nîşan Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu HDP Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê jî bûye, li dijî hewlên girtina HDPê derdikeve û dibêje, “Girtina HDPê di berjewendiya PKKê de ye û xelkê teşwîq dike ku têkiliyê bi çiya ve bikin.”

Davutoglu di programeke televîzyonî de têkildarî hewlên jibo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî û ragihand: “Ez di bingeh de li dijî girtina partiyan me, çimku girtina partiyan sînordarkirina demokrasî û siyasetê ye. Herwiha pêştir hat dîtin ku ti sûdeke wê tune ye. Bi zelalî dibêjim, eger niha HDP bê girtin, yê ji tevan bêtir qezenc bike, Qendîl û Îmralî ne. Çimku heya ku bazneya siyaseta wan tengtir bibe, bazneya terorê ya Qendîlê berfirehtir dibe, ev weke hevkêşeyekê ye.”

Serokê Partiya Pêşerojê diyar kir, “tevî ku wiha tê dîtin ku girtina HDPê li dijî PKKê be, lê berovajî vê yekê bûye projeya valakirina pêşiya Qendîlê û weke vê ye ku em bêjin, em rêya siyasetê nadin we û herin çiya.”

Ahmet Davutoglu li ser bêdengiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê vê mijarê de jî got: “Serokkomar têkildarî vê mijarê ti axaftinek nekiriye, çimku ev li dijî prensîpên wî ye. Serokkomarek heye ku bi dirêjiya jiyana xwe gotiye ku girtina partiyan şaş e. Lê niha bi guvaşên Bahçelî û Perînçek, girtina partiyan kirine rojev.”

Davutoglu bi tundî gotinên Serokê Partiya Tevgera Netewî (MHP) ya nejadperest, Devlet Bahçelî yên derbarê Dadgeha Destûrê de jî rexne kir û got, ji ber ku biryareke wê bi dilê Bahçelî nebûye, bi pêwîst dibîne ku Dadgeha Destûrî bê girtin ku saziyeke rasteqîn ê dewleta qanûn û demokrasiyê ye.

Davutoglu got: “Tenê ji ber ku biryareke wê bi dilê wî nebpye, bi pêwîst dizane Dadgeha Destûrê bê girtin, ku saziyeke rasteqîn a dewleta qanûn û demokrasiyê ye. Ev derbeke herî bibandor e li ser demokrasiyê. Di demekê de heman Dadgeha Destûrê pêştir têkildarî biryara stendina mafê parlamenteriyê deng jê nehatibû, niha derbarê girtina partiyekê de ku biryareke nerênî daye, helwêsteke wiha encama wê dê xirab be.”

Her têkildarî axaftinên Bahçelî, Ahmet Davutoglu Serokomarê Tirkiyê Erdogan muxateb girt û jê re got: “Helwêsta te çî ye?”

Duh Çarşemê 31ê Adara 2021, Civata Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê jibo gotûbêjkirina îdianameya girtina HDPê ku aji aliyê Serdozgerê Komarê ve hatiye amadekirin, civiya û piştre biryara vegerandina wê îdianameyê da.

Piştî ku Dadgeha Bilind a Destûrê ya Tirkiyê îdianameya derbarê girtina HDPê de paşde vegerand, Serokê MHPê Devlet Bahçelî ragihand, “biryara vegerandina tometnameya HDPê ji aliyê Dadgeha Destûrê ve, di vîjdana netewî de pûç e.”

Di demên bihorî de MHPê jibo girtina HDPê guvaşek mezin xistiye ser AK Partiyê ku hevpeymanên hev in.

HDP sêyemîn fraksyona mezin a li parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartinên dawî de ku sala 2018 hat lidarxistin, %11.7ê dengan misoger kir û ji 600 kursiyên parlamentoyê, 67 kursî qezenc kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst