Bandora encamên hilbijartinên herêmî li ser pêvajoya aştiyê

 

Enqere (Rûdaw) - Helbijartinên heremî din bin keş û hewayekî rageşkirî de derbas bûn û tevî vê jî AKP bû partiya yêkem. BDPê li bakurê kurdistanê şaredariyên xwe zêde kir. CHPê jî her çiqas dengên xwe zêde kiribe jî lê hejmara şaredariyên wê kêm bûn. Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku serkeftina AKP û BDPê dê bandoreke baş li ser proseya çareseriyê bike.

 

Mamosteya Zanîngeha Enqere Prof. Dr. Mîthat Sancar: Her du aliyên ku piştgirya proseya çareseriyê dikin, anko mihafazakarên tirkiye û kurdan carek dî piştrgiya xwe ji bo proseyê nîşan dan. helbet niha vê de proseya çareseriyê girêdayî  helwesta AKPê ye. ez di wê baweriyê de me ku herekata   kurdan li beremaber proseyê helweteke baş û têgehiştî heye. lê barê herî muhîm edî li ser milên hikumetê ye.

 

Çavdêr wê yekê jî li şiroveyên xwe zêde dikin ku rêjeya  sedî 45 deng wergirtina AKPê dê di hilbijartinên serokomariyê de jî  ku biryare meha Tebaxê bên kirin, ihtimala namzedî û serkeftina Erdogan jî zêde bike.

 

Nunerê rojnameya Yenî Şafakê yê Enqere Abdulkadir Selvî:Ez dibêjim AKP hêza xwe zêde kir di hemû helbijartinan de serkefî dibe. ya girîng jî ew e ku du  sê meh mane jibo helbijartinên serokkomariyê û ev helbiajrtine ji bo erdogan bû imtîhaneke mezin û erdogan serkvtî bû ez dibêjim gorî encama helbijartinan erdogan dê hemû keda xwe bide helbijartinên serokkomariyê û dê serbikeve jî.

 

Çend navenda ji ber îtirazên partiyên siyasî deng careke din tên hejmartin. Desteya Bilind ya Helbijartinan piştî bi encam xistina îtirazan dê encamên fermî rabigehîn e.