Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rojnamevanê tirk û yek ji kesên nêzîkî Fethullah Gulen, Husên Gulerce diyar kir ku tevgera Gulen ji ber wê yekê derda Erdogan ji ber ku “ji rêya xwe derket” û li dijî Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan şer da destpêkirin.
Nakokiyên di navbera tevgera Gulen bi rêberiya Fethullah Gulen ku niha li Amerîkayê dijî û Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan bi operasyonên 17ê Kanûna par ve sînordar nema.
Bi destpêkirina propagandeyên hilbijartinên herêmî yîn Tirkiyê re ku 30ê Adarê hat lidarxistin, Erdogan di hemû mîtîng û civînên xwe de bi tundî êrişî Fethullah Gulen û tevgera wî kir û bi dariştina pilana kûdetaya siyasî li dijî wî û hikûmeta AKPê tohmetbar kir.
Yek ji tohmetên ku Erdogan li Gulen dida ew bû ku tevgera Gulen êdî siyasî bûye û dest daye destê CHPê li dijî AKPê şer daye destpêkirin.
Piştî hilbijartinan, nivîskar û rojnamevanê tirk û yek ji kesên nêzîkî Fethullah Gulen bi navê Husên Gulerce, rexne li tevgera xwe girt û rexneyên Erdogan pejirand.
Husên Gulerce ku berê edîtorê giştî yê rojnameya Zaman ku wek berdeva Gulen tê zanîn, bû û niha jî yek ji nivîskarên wê ye, di hevpeyvînekê de digel malpera internethaberê, diyar kir ku tevgera Gulen û bi gotina wî tevgera Xizmetê di 4 mijaran de xeletî kir ji ber wê derda:
Yekem: Tevgera Gulen ji destpêkê ve xeletî kir ji ber ku li dijî Serokwezîrê Tirkiyê şer da destpêkirin. Ji piştî xwepêşandana Parka Gezî ya Stenbolê ve dest bi heqareta li dijî serokwezîr kir.
Duyem: Me uslûbê xwe wenda kir. Ew uslûbê ku ji me re wek namûsê bû me wenda kir, me dest ji vê berda û me şerê hikûmetê kir, me diyalog berda û me zimanê pevçûnê bikar anî.
Sêyem: Em bûn tevgerek siyasî û em mal bi mal geriyan û ji CHPê re deng kom kir.
Çarem: Tevgera Xizmetê her dem bi piraniyê re tevgeriya lê vê carê li dijî piraniyê sekinî û derda û birîndar bû û ji rêya xwe derket lemwa divê dîsa vegere xwe.
Tê gotin, Husên Gulerce ji destpêka nakokiyên Gulen û Erdogan de jî rexne li tevgera Gulen kiribû ji ber wê jî rastî nerazîbûnên tund ên alîgirên Gulen hatibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse