Hakan Fîdan û Sergey Lavrov li Antalyayê civiyan

01-03-2024
Nîşan Hakan Fîdan Sergey Lavrov Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsyayê di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Wezrata Karên Derva ya Tirkiyeyê ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de hevdîtinek kir.

Derbarê naveroka civîna Lavrov û Fîdan de ti agahî nehatine belavkirin.

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serperiştiya forumê dike.

Serok û serokwezîr û rayedarên 147 welatan beşdarî forumê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêhvanên forumê ye.

Dê di forumê de mijarên wekî “nehiştina tûndî û terorê, penaberî, Îslamîfobiya, metirsiyên hişê çêkirî yên ku nayên dîtin, guherîna keşûhewayê, karesatên xwezayî, vîrûs û qeyranên aborî” werîn nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst