Erdogan: Avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê şert e

01-03-2024
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê got, “Avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê şert e.”

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir.

Forumê bi axaftina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.

Piştî Fîdan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.

Erdogan ragihand ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji çend welatên cîhanê ji serokan bigire heta bi wezîr, berbirs, akademîsyen û karsazan 4 hezar kes hatine vexwendin û got:

“Ez di wê baweriyê de me ew gotûbêjên ku em dê di forumê de bikin dê pêngaveke din me nêzîkî rastî û dadmendiyê bikin. “

Recep Tayyîp Erdogan ameje bi wê yekê da ku mirovahî di serdemeke biêş a krîzan re derbas dibe û berdewam kir:

“Bêdadiya dabeşkirina dahatê di nav welatan de her ku diçe kûrtir dibe.

Nijadperestiya çandî, dijmindarî li gelek deverên cîhanê di nav civakê de wekî şewbekê belav dibe.”

“Em di bin zexteke zêde de ne”

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku herî zêde krîzên cîhanî bandor lê kiriye û pê de çû:

“Em yekane welatê NATOyê ne ku rûbirûyî DAIŞê dibin.

Di mijara koça bêserûber de ev 12 sal in em di bin zexteke zêde de ne.

Em mazûvaniya 4 milyon koçberan dikin ku ji şer û zextên rêxistinên terorî reviyane.”

Erdogan ragihand ku dîplomasî di çareserkirina krîzan a bi rêyên aşitiyane de amûra herî mezin e û got: “Eger em di çarçoveya hevtêgihiştina dualî de tevbigerin ti pirsgirêk nînin ku neyên çareserkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê de berdewamiya axaftina xwe de ameje bi wê yekê da ku wan di 21 salên desthilata xwe de ji bo Tirkiyeyê pêngavên gelekî girîng avêtine û wiha axivî:

“Em salane ji sedî 5,5 mezin bûn. Me dahata xwe ya niştîmanî ji 238 milyar dolaran gihand 1 trîlyon û 119 milyar dolaran.

Me hinardeya xwe ji 36 milyar dolaran gihand 256 milyar dolaran û dahata xwe ya geştiyariyê jî gihand 54,5 milyar dolaran.

Me hejmara nûnertiyên xwe yên derve jî ji 163yan gihand 261ê.”

Erdogan derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de jî got:

“Hêviyên aştiyê yên ji bo krîza Ukraynayê ku dikeve sala xwe ya sêyem bi hevdîtinên li Antalyayê dest pê kir lê mixabin ji ber nebûna piştgiriya pêwîst encamek derneket.”

“Ne şer e hewla qirkirinê ye”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşhatên dawî yên şerê Xezeyê û anî zimên:

“Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser cihên sivîl de heta niha 30 hezar Xezeyî hatine şehîdkirin û zêdeyî 70 hezar Filistîniyî birîndar bûne.

Derdora 2 milyon mirovan ji warên xwe bûne.

“Avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê şert e”

Tiştê ku li Xezeyê rû dide bi ti awayî ne şer e hewla qirkirinê ye.

Ji ber ku hiquq û exlaqek heye ku divê şer jî pabend be.

Netenyahu wekî duh dikare polîtîkayên xwe yên komkujiyê bidomîne.

Ji ber vê yekê avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê şert e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst