AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê AFAD Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 45 hezar û 89 kesan canê xwe jidest dane.

AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê, ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, eşkere kirin.

Di daxuyaniya AFADê de hate ragihand ku di erdheja ku navenda wê Mereş bû heta niha 45 hezar û 89 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê piştî erdheja 6ê Sibatê 11 hezar û 20 erdhejên paşekî çêbûne.

AFAD dibêje dibêje, li herêma erdhejê heta niha 358 hezar û 37 çadir hatine danîn û  li 11 parêzgehan  konbajar ava kirine û herwi hêj li 10 parêzgehan jî avakirina konteyniran berdewam dikin.

AFAD herwiha diyar dike ku li navçeyên erdhejê yên ku tîmê wan çûne bi rêya parêzgar û qaymeqamên wan navçeyan 1 milyon û 971 hezar û 589 kesên ji erdhejê bandor bûne hatine tomarkirin.

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdeyî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst