Korona herî zêde li Bakurê Kurdistanê kêm bûye

01-03-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser asta Tirkiyê cihê ku herî zêde pêketiyên koronayê kêm bûye bûne bajarên Bakurê Kurdistanê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê li gor rewşê rîska koronayê biryara sistkirina qedexeyên derketina derve eşkere kir.

Lo gorî nexşeye Tirkiyê ya ku Serokkomarê Tirkiyê Ergogan belav kiriye bi rengê şîn cihê ku herî zêde korona lê kêm bûye, Bakurê Kurdistanê ye.

Li hemû bajarên di kategoriya şîn de jiyana normal dest pê bike.

Bajarên ku di kategoriya şîn de ne wiha ne: Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg. Sêrt, Êlih, Bedlîs, Wan, Mûş, Agirî, Îdir û Uşak. Ji xeynî bajarê Uşakê yên din hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Li ser vê yekê gotina Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan ya “Me Semsûrê wenda kir lê Uşakê bidest xist.” ket rojevê.

Bajarên herî bi rîsk jî  di kategiriya sor de yên herema Derya Reş in.

Herwiha serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir cihê ku pandemî lê zêde bû dê disa li wê derê qedexe bên berfirahkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst