Mîthat Sancar: Pêdiviya me bi alîkariya oldaran heye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar ji olaran piştgiriyê xwes û got “Pêdiviya me bi alîkariya oldar û zanayên olî jî gelek zêde ye ku ev yek jî gelek girîng e. Ev daxwaza me ya ji bo alîkarîkirina zanayên olî jî ne ew e ku hûn ji derve re alîkariya me bikin.”

Îro li bajarê Enqerê paytexta Tirkiyê, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar li gel hejmareke zanayên olî yên endamên kongreya îslama demokratîk civiya û gotarek pêşkêş kir.

Mîthat Sancar ji zanayên olî xwest ku di vê pêvajoyê de piştevaniya HDPê bikin û got, niha li Tirkiyê nedadperweriyekî gelek zêde heye, lewra divê bi piştevaniya zanayên olî cêwaziyên li nava civakê bêne rakirin û got jî, ew weke HDP tenê piştevaniyê ji zanayên olî naxwazin, ew dixwazin ku zanayên olî bibin beşek ji têkoşîna HDPê.

Sancar di berdewama axavtina xwe de wiha got “Em ji bo welatekê têdikoşin ku hemû ciyawazî bikaribin bihevre bi awayekî wekhev bijîn. Dibe ku di vê mijarê de kêmûkurtiyên me hebin û hinek caran kêmasiyên me derbikevin, lê baweriya me têkûz e.

Baweriya me samîmî ye. Ji bo ku em bikarin vê baweriyê bihêztir jî bikin, pêdiviya me bi alîkariya oldar û zanayên olî jî gelek zêde ye ku ev yek jî gelek girîng e. Ev daxwaza me ya ji bo alîkarîkirina zanayên olî jî ne ew e ku hûn ji derve re alîkariya me bikin.

Berovajiyê vê yekê, em dixwazin hûn jî bibin beşek ji wê tevgera dadperweriyê. Ne ji ser ve û ne jî ji cîhekî din ve. Me fikrekî wisa tine ye. Em dixwazin li rêzên pêşî yên tekoşînê bin. Lê roleke ji jor ve, em bixwe weke bêdadperweriyê dibînin û li dijî fikra dadperweriyê dizanin.”