Osman Baydemîr: Ala Rengîn a hemû Kurdan e!

01-03-2017
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemîr Ala Kurdistanê HDP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr der heqê bilindkirina Ala Kurdistanê di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de diyar kir ku ew yek pêwîstiya karên dîplomatîk e û got, “Ala Rengîn a hemû Kurdan e.”


Berdevkê HDPê parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr ligel komeke medyayî ku tîma Rûdawê jî di nav de hatin bal hev.


Osman Baydemîr diyar kir ku ew ji pêşxistina peywendiyên dostanê yên Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê dilxweş in û got: “Lê em dixwazin heman peywendiyên dostane bi Rojavayê Kurdistanê re jî bêne danin. Herwiha em dixwazin heman tişt bi zedetirî 20 milyon kurdên li Tirkiyê re jî bê pêkanîn.”


Çend xalên ji naveroka axaftina Baydemîr wiha bû:


“Dengên na ji sindoqan derbikeve hemû alî dê qezenc bikin”

“Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê îradeya gel nehat naskirin û bi pevçûnan berê welat dîsa dan hilbijartinan. Heger dengê na ji sindoqên referandûmê derbikeve pê bawer bin ku dê ji bo hemû kesê baş be. Hemû kes dê qezenc bike. Heger dengên na derbikeve Birêz Serokomar dê weke serokomar berdewam be.


Heger dengên na serbikeve ev welat dê dîsa vegere li ser ruhê gotûbêjan. Çimkî dê bê zanîn ji bilî vê yekê ti rêyên din nîne. Mijara aştiyê, mijareke di ser partiyan re ye. Divê em li paşeroja xwe jî binêrin.”
 

“Em partiyên Başûrê Kurdistanê wekî bira dibînin”


 "Çareseriya pirsa kurd, di nasîna gelê kurd de ye. Em wek HDP hemû partiyên Başûrê Kurdistanê, wek bira ji xwe re dibînin. Cihê dilxweşiyê ye ku Tirkiye bi Başûrê Kurdistanê yan bi navê wê yê fermî Herêma Kurdistanê ya Federal re têkiliyên dostaniyê dane. Lê em dixwazin heman tiştî bi kurdên Rojava re jî bike. Herwiha em dixwazin heman tişt bi zedetirî 20 milyon kurdên li Tirkiyê re jî bê pêkanîn. Em dixwazin dest ji wê hiqûqa xwe ya neyariya bi gele kurd re  berde. Bila Tirkiye dev ji polîtîkaya kurdan li dijî kurdan bikar bîne berde û ew serdem bi dawî bûye."

"Ala Rengîn a hemû Kurdan e"


"Ev yek merca serke ya dîplomasiyê ye, ev nebe dîplomasî nabe. Gava ku rêveberiyeke din were û di protokolê de alaya wê bilind bibee, ma dibe kesekî  bibêje 'em matmayî bûn'? Lewma nabe ku di dema ala ji bo yekê were daliqandin wekî rewşekî gelek erênî bê sepandin. Alaya Rengîn a hemû kurdan e û ti kes nikare kurdan bixapîne. Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê nade efûkirin û jibîrkirin. Lewma em serdana birêz Barzanî bo Tirkiyeyê, serdaneke dîplmatîk e û pêwîst dibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst