Partiyên siyasî namzedên xwe yên serokkomariyê diyar dikin

01-02-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartin Dengdan Serokkomarî Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê partiyên siyasî ji niha ve xwe ji bo hilbijartineke pêşwext amade dikin û namzedên xwe yên serokkomariyê diyar dikin.

Ji bo hilbijartina pêşwext a serokkomariya Tirkiyeyê diyarkirina namzedan bûye rojeva wî welatî.

Li gel ku ji bo dema yasayî ya hilbijartinan 3 sal mane, çend partiyên siyasî namzedên xwe diyar kirine.

"Vê carê YRP namzedê xwe yê serokkomariyê diyar dike"

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan wiha anî ziman:

"Divê ez amaje pê bikim ku ez dê bibim namzed ji bo posta serokkomariyê.

Bi hêviya Xwedê vê carê Partiya Yenîden Refahê (YRP) namzedê xwe yê serokomariyê diyar dike.

Ji vê rewatir nîne ku namzed serokê giştî yê partiyê be."

CHP ku partiya herî mezin a mixalefetê ye, yek ji wan partiyên sereke ye ku daxwaza hilbijartinên pêşwext dike.

"Em hemû amadekariyên xwe temam dikin"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hilbijartina pêşwext wiha axivî:

"Di mehên Sibat, Adar û Nîsanê de em hemû amadekariyên xwe temam dikin.

Bi partiya xwe, karmendên ser sindoqan, amadekariyên propaganda û namzedê xwe re, ji bo bi hev re bibêjin 'Em amade ne' ji îro ve dest pê dikin."

Ji bilî Recep Tayyîp Erdogan, ti namzedekî din ê AK Partiyê nîne.

Eger hilbijartinên pêşwext bên kirin, Erdogan mafê wî heye ku bibe namzed.

Lê belê eger hilbijartin di dema xwe ya asayî ya sala 2028an de bê kirin, Erdogan nikare bibe namzed.

"Divê em ji niha ve amadekariyên xwe bikin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got:

"Hilbijartina berê derbas bû. Êdî ya li ser me ye, divê em behsa îro bikin.

Ji ber vê yekê divê em ji niha ve amadekariya serkeftinên xwe yên siberojê bikin."

Di hilbijartina dawî ya serokkomariya Tirkiyeyê de ku 2023yan hat kirin, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18ê dengan bi dest xistin û dîsa bû serokkomarê wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst