Xortê 17 salî 4 endamên malbata xwe kuştin: ‘Dilê me dişewite’

01-02-2025
Rawîn Stêrk
Cîran û merivên malbatê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Cîran û merivên malbatê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Eyup Sultan Dîgor Qers
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Eyup Sultanê ya Stenbolê, xortekî 17 salî yê bi navê Berîtan Yenîgun bi demançeyeke bêdeng 4 endamên malbata xwe kuştin.

Malbat ji navçeya Dîgorê ya Qersê ye û li Stenbolê bi cih bûye.

Li gorî agahiyan, Berîtan Yenîgun bavê xwe Mehmet Yenîgun, dêya xwe Aysun Yenîgun, xwişka xwe ya 12 salî Zîlan û dapîra xwe Fatma Înce kuştin û piştî bûyerê reviya.

Ev qetlîama Berîtan Yenîgun li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû rojev.

Li gorî îfadeya ku Yenîgunê daye polîsan, di navbera wî û malbata de li ser zêrên malê nîqaş derketiye û wî jî ew kuştine.

Li gorî îfadeyê, dema ku li malê zêr hatine jimartin, zêrek kêm derketiye û dê û bavê wî ew bi birina zêrên malê tohmetbar kiriye.

“Malbateke gelekî baş bû”

Cîranê malbatê yê bi navê Cemal Tekîn got:

"Ez çend sal in wan nas dikim. Ez li qehwexaneyê wan dibînim û malbateke gelekî baş bûn. Ti kesî texmîn nedikir ku tiştekî wisa çêbibe."

Doh seat 10ê şevê piştî ku xwîşka mêrik tê malê mesele eşkere dibe.

Kurik jî kurekî baş bû. Em kes ne li bendêbûn ku tiştekî wisa ji destê wî kurî derkeve.”

Li gorî agahiyên malbatê, Berîtan Yenîgun berî bûyerê ji bo 3 bajarên cuda bilêt kirîne û ev jî dibe nîşaneya wê yekê ku wî bûyer plankiriye.

Berîtan Yenîgun piştî bûyerê li Bûrsayê hat desteserkirin û li Stenbolê hat girtin.

 “Dilê me dişewite”

Cîranekî din ê malbatê Orhan Tîlaver jî got, “Em hem cîranên hevdû bûn û hem jî hevalên hevdû bûn. Li qehwexaneyê me hevdû didît.

Em birayên wî nas dikin. Ti kesî ji me bawer nekir. Cihê Mehmed ne evder bû. Dilê me dişewite”

Merivê malbatê Alî Çeken jî eşkere kir ku problemên derûnî yên kurê malbatê hebûn û wiha got:

“Em nû hatin. Li gorî em dizanin di mejiyê kurê malbatê de problem hebûn. Li bajarên Tirkiyeyê ji aliyê derûnî û civakî gelek pirsgirêk hene.

Kontrola wan nîne. Wî kurî çima wisa kiriye, bi kê re wisa kiriye bi kê re tifaq kiriye em tiştekî baş nizanin.”

Cenazeyên Mehmet û Aysun Yenîgun, keça wan Zîlan û dapîrê wan Fatma Înceyê piştî lêkolîna bijîşkiya dadî li goristaneke Stenbolê hatin definkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst